Li Stenbolê otobûsa rêwîyan qeza kir: 19 birîndar
Li Stenbolê, otobûsa rêwîyan li tirekî qelibî, di encama qezayê de 19 kes birîndar bûn.
Qeza, li alîyê Rêya Marmaraya Bakur yê Çekmekoyê pêk hat.
Otobûsa ku ji Sêwasê diçû Stenbolê, ji ber sedemeke ku hêj nediyare li tirekî qelibî.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên 112yê hatin sewqkirin.
Di encama qezayê de bi tevî şofêr hinek rêwî di nav otobûsê de asê man.
Rêwîyên ku di pêş de bûn û giran birîndar bûbûn ji teref ekîbên tenduristîyê ve hatin xelaskirin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan sewqê nexweşxaneyan hatin kirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.