Li Stenbolê qeza: 3 mirî, 1 birîndar
Di qezaya ku li Başakşehîra Stenbolê pêk hat de 3 kes mirin û 1 kes jî birîndar bû.
Qeza li Bulvara Gazî Mustafa Kemal a Başakşehîrê pêk hat.
Otomobîla ku diçû ji ber ku şofêrê wê kontrola dîreksiyonê winda kir, li refujê qelibî.
Ji ber hêza lêdanê wesayit derbasî rêya hember bû û li otomobîleke din qelibî.
Di qezayê de 3 kes mirin û kesek jî bi giranî birîndar bû.
Kesê ku di qezayê de bi giranî birîndar bû hat rakirin nexweşxaneyê û hat tedawîkirin.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.