Li Şûcaîyeyê ji 60î zêdetir cenazeya şehîdan hat dîtin
Rejîma îşxalker piştî êrîşên xwe yên dijwar û bixwîn ji Taxa Şûcaîyeyê vekişîya û di encama vekişîna wan de ji 60î zêdetir cenazeya şehîdan hat dîtin.
Artêşa îşxalê, nêzê du heftêye ji alîyê bejahîyê êrîşî Şûcaîyeyê kiribû, li wê derê xerabûn û qetlîameke mezin hişt.
Bi tevî ekîbên xelaskirinê û ambûlansan xelkê sîvîl jî ketin nav Taxê û di nav taxê de şehîd û birîndaran gerîyan.
Çavkanîyên herêmî diyar kirin ku ew gihaştine 60 cenazeyan, bi dehan cenaze hêj li erdê ne û di bin enqazan da ne.
Hat dîtin ku îşxal li herêmê ji sedî 85 xanîyan xera kirîye û ew tax bûye wek cîhê afetê. Bal hat kişandin ku li taxê klînîkeke tenduristîyê jî hatîye tunekirin.
Bal hat kişandin ku rejîma îşxalker cîhê derketinê nîşan kirîye û digel wê îlanê dîsa sîvîlan hedef digre.
Êrîşên îşxalê li herêmên dinê didome.
Xeyn ji Taxa Şûcaîyeyê êrîşên îşxalkeran li Taxa Tel El-Havayê û gelek taxên Xezzeyê didomin. Rejîma sîyonîst dixwaze ku wan taxan bike cîhên xerabûyî û tune bike.
Li gorî texmînên ewil tê diyarkirin ku li Tel el-Havayê herî kêm 50 kes şehîd bûne. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.