Li Sûrîyê û Kurdistana Rojava hejmarê mirîyan gihaşt 5 hezar kesan
Hat destnîşankirin ku li Sûrîyeyê û Kurdistana Sûrîyeyê piştî erdheja ku li Mereşê di mezinahîya 7,7 û 7,6an de pêk hat de hejmarê mirîyan gihaşt 5 hezar û 273 kesan.
Li Mereşê di mezinahîya 7,7 û 7,6an de du erdhejên mezin pêk hatin.
Erdhej; li Meletî, Dîyarbekir,Edene,Mereş, Kinikan, Kîlîs, Entab, Riha û Hetayê bû sedemên xerabûnên mezin.
Erdhejên ku li Tîrkîyê pêk hatin, li çend herêmên cuda yên Sûrîyê jî tesîrdar kir.
Erdhejên ku pêk hatin li bajarên Lazkîye, Îdlîb, Halep, Hama û Tartusê jî bûn sedema xerabûnan.
Li welat hejmarê mirovên ku canê xwe ji dest dane derket 7 hezar û 300 kesan, birîndar jî bûn 6 hezar kesan.
Li bakurê welat xerabûn gelek zêde ye. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.