Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 371 hezarî
Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 371 hezar û 297 kes canê xwe ji dest dan.
Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 371 hezar û 279an û hejmara kesên pêketî jî derket 6 milyon û 179 hezar û 213 kesan.
Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê 105 hezar û 557 kes mirin.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.