Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 524 hezarî
Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 524 hezar û 426kes canê xwe ji dest dan.
Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 524 hezar û 426 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 11 milyon û hezarek û 43 kesan.
Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê 131 hezar û 485 kes mirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.