Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser329 hezarî
Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 329hezar û 126kes canê xwe ji dest dan.
Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 329 hezar û 126an û hejmara kesên pêketî jî derket 5 milyon û 78 hezar û 19 kesan.
Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê 94 hezar û 888 kes mirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.