Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 115 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 115 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

​Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku li Tirkîyê ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 2 hezar491 kesan.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 115 kesên din jî ji ber şobê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 2 hezar û 491 kesî.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di encama testên ku hatin kirin de bi 3 hezar û 116 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û bi başbûna 2 hezar û 14 kesên din hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn û baş bûn jî derket 18 hezar û 491 kesan.

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca jî derbarê mijarê de destnîşan kir,  îro ji doh çêtirtir e.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.