​Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 55 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

​Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 55 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 55 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 3 hezar û 541 kesan.

Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de bi 1114 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 139  hezar û 771 kesan.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir " Hejmara kesên ku îro canê xwe ji dest dan 55 e. Divê em ji bîr nekin ku bedela bêtevdîrîyê giran e.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.