Li Tirkîyê ji ber Coronavîrusê 121 kesên din jî mirin û hejmara mirîyan derket 1890î
Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 121 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 1890î.
Di encama testên ku hatin kirin de bi 3 hezar û 783 kesên din re jî vîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên pêketî derket 82 hezar û 329 kesan.
Derbarê mijarê de ji teref Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de wisa got: “Hejmara nexweşên me yên ku baş bûn derket li ser 10.000î.Digel ku hejmara testan zêde dibe jî hejmara pêketîyan kêm dibe.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.