Li Tirkiyeyê cihê herî sar bû 33,8 binê sifirê

Li Tirkiyeyê cihê herî sar bû 33,8 binê sifirê

Piştî barîna berfê Tirkiye ket bin bandora sermaya Sîbîryayê. Li welat germahiya heri kem wek 33,8 binê sifirê derece hat pîvandin.

Duh bi şev germa herî kêm li navçeya Gole ya Erdexanê bi 33, binê sifirê 8 derece hat pîvandin. Gundê Bezirhane yê navçeya Erdeka Wanê bi 28,7 binê sifirê, Navenda Erdexanê ya Yalnizçamê jî bi 27,3 binê sifirê di nav herêmên herî sar de cih girt.

Li Erziromê erebe û avahî bûz girtin

Li Erziromê ku germahiya hewayê daket 27,2 binê sifirê welatiyan zehmetî kişand. Dema wesayit cemidî, camên mal û kargehan bûz girtin.

Ji welatiyan Seyît Teber jî diyar kir ku ji bo xwe ji sermayê biparêze wesayîta xwe bi betaniyekê pêça û wiha got: "Wesayîtên li kêleka min danê sibehê dema diçûm kar bi qeşayê girtibûn, lê di wesayîta min de tiştek nema."

Ji pisporan hişyarî

Pisporan destnîşan kirin ku bi taybetî extiyar û zarok heta ku hewce nebe divê dernekevin derve. Hat diyarkirin kesên ku demeke dirêj li derve dimînin divê li hember xetereya cemedê baldar bin.

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ragihand ku li hin parêzgehan dereceya germahiyê daketiye binê sifirê 20 derece û hewaya sar wê heta demekê bandora xwe dewam bike. Rayedaran bi bîr xist ku li hemberî daketina germê divê tedbîrên xwe bigirin. (ÎLKHA)
https://ilkha.com/kurdi/rojev/li-tirkiyeyê-cihê-herî-sar-bû-338-binê-sifirê-444050

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.