
Li Wanê ji sobeya gazê jehrî ket: 1 mirî, 3 birîndar
Li navçeya Îpekyoluya Wanê kesek ji ber gaza karbonmonoksîtê jehrî ket, kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.
Bûyer, li Taxa Şerefiye ya navçeyê pêk hat.
Hat îfadekirin ku di encama karbomonoksîta ku ji sobeyê çêbûye OT, F.O, FK û EG jehrî bûn.
Li ser xeberdayîna cîranan ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.
Ekîban 4 kes ji bo dermankirinê birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê.
E.G. ku rewşa wî giran bû, digel temamî midaxeleyên li nexweşxaneya taybet a ku sewqî wî hatibû kirin canê xwe ji dest da.
3 kesên din jî piştî tedawîyê hatin tebûrcîkirin.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.