Li Washingtonê ji bo 2 rojan qedexeya derketina derve hat îlankirin
Serokê Şaredarîya Washingtonê Murîel Bowser destnîşan kir li Washingtonê ji bo 2 rojan qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Xwepêşanên ku ji ber kuştina reşikê bi navê George Floyd dest pê kiribûn di demeke kurt de belavî temamê welêt bûn.
Bowser di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, çalakvan xwedî maf in ku mafa xwe ya azadîya îfadekirinê bi kar bînin; lê ne xwedî heq in ku talanê bikin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.