Li Wêranşarê di navbera du malbatan de pevçûn: Mirîyek 13 birîndar
Li Wêranşara navçeya Rihayê di navbera du malbatan de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de kesek canê xwe ji dest da û 13 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li ser Kolana Paşa Konagiya Taxa Golbaşiya Pirsûsê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di navbera malbatên Karekeçî û Kelemderî de pevçûn derket.
Di encama pevçûna ku derket de 3 jê giran 14 kes birîndar bûn.
Kesên ku di pevçûnê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê. Digel temamê mudaxeleyan Celal S. li nexweşxanê canê xwe ji dest da.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.