Li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 22 hezar û 835 kesan
Di encama êrîş û qetlîamên ku ji teref siyonistên îşxalker ve li Xezzeyê tên kirin de hejmara şehîdan derket li ser 22 hezar 835î û hejmarê birîndaran jî gihaşt 58 hezar û 416 kesan.
Derbarê mijarê de ji teref Ofîsa Medya ya Hikûmeta Xezzeyê ve hat ragihandin di encama êrîşên ku ji 7ê Cotmehê vir ve tên kirin de hejmara kesên ku şehîd bûn derket li ser 22 hezar û 835î.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin hêj bi hezaran cesed di bin enqazan de ne lê ji ber bê îmkanîyan û ji ber êrîşan nikarin bên derxistin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.