Li Xezzeyê hejmara şehîdan derket  31 hezar û 645 kesan

Li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 31 hezar û 645 kesan

Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.

Ev bû zêdetirî 5 mehan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê kor û kerr û lal kiriye.

Li gorî agahîyên dawî yên ku hatin bidestxistin di 24 seatên dawî de 92 Filistînîyên din jî ji teref siyonistan ve hatin şehîdkirin ku bi van şehîdên dawî hejmara kesên şehîd bûyî derket 31 hezar û 645 kesan.

Hat hînbûn ji ber êrîşan heta niha 73 hezar û 676 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.