Li Xezzeyê qirkirin: Hejmarê şehîdan 40 hezarî derbas kir
Hat destnîşankirin ku hejmarê şehîdên ku di êrîşa rejîma îşxalker de şehîd ketine gihaşt 40 hezar û 5an.
Artêşa rejîma îşxalker, ev bû 314 roj e li Xezzeyê qetlîam û qirkirinê didomîne.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê ve hat belavkirin de hat destîşankirin ku di êrîşên ku di nav 24 seatên dawîn de hatine lidarxistin de 40 kes şehîd bûn, 107 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristîyê îfade kir ku heta niha hejmarê şehîdan gihaşt 40 hezar û 5an.
Hejmarê birîndaran jî gihaşt 92 hezar û 401an. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.