
Li Yemenê mayîn teqîya: 4 mirî
Li bajara Hudeydeya Yemenê mayîn teqîya, di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan.
Wezîfedarên tenduristîyê, daxuyandin ku di encama teqîna mayînekî ya li bajara Hudeydeya rojavaya Yemenê de çar kesan canê xwe ji dest dan.
Hat diyarkirin ku teqîn di seatên êvara roja Çarşembê li herêma Ad Durayhîmîya başûrê wîlayetê de, dema ku qurbanîyan di rê de derbas dibûn pêk hat.
Li Hudeydeya ku ji herbê zerara herî mezin girtîye û ji bo welat jî di warê ketina alîkarîya însanî û xwarinê de gelek muhîm e, ji Kanûna sala 2018an vir ve bi navbeynkarîya Neteweyên Yekbûyî agirbestek heye.
Encax li wîlayetê ji ber mayîn û teqemenîyên ku ji herbê mane ve bûyerên ewakî çêdibin.
Mîsyona Alîkarkirina Peymana Hudeyde ya NYyê, di meha Çileyê de daxuyanîyek parve kiribû û di wê daxuyanîyê de îfade kiribû ku di nav sala 2024an de ji ber mayîn û teqemenîyan 41 kesan mirine û 52 kes jî birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku ji teref Erebistana Sûidî ve projeyek Masmê hatîye destpêkirin û bi xêra wê projeyê li cureyên Yemenê 483 hezar û 343 mayîn û teqemenîyên ku neteqîyane hatine îmhekirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.