Li Zongildaxê di kana madenê de hilweşîn: 1 mirî, 6 birîndar
Li bajaroka Kandîllîya ku girêdayê navçeya Ereglîya Zongildaxê ye, di hilweşîna ku li Miesseseya Armutçuka ku girêdayê Sazîya Taşkomira Tirkîyê ye pêk hat de karkerekî madenê canê xwe ji dest da, 6 karker jî birîndar bûn.
Doh di seat 13.45an de di kana madenê de teqînek pêk hat.
Karkerên ku rewşê ferq kirin ji ekîban re xeberê şîyandin û li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên AFAD, UMKE, polês, cenderme, îtfaîye, tenduristî û ekîbên Tehlîsîyeya TTK hatin sewqkirin.
Ekîbên Tahlîsîyeya TTK, ji bona ku karkeran xelas bikin ketin nav kana madenê.
Di encama xebatê de 7 karker ji kana madenê hat derxistin û ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Ramazan Yildirimê ku 25 sal e di madenê de karker e, digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da.
Hat îfadekirin ku birîndarên dinê ji nexweşxaneyên Ereglî û Zongildaxê re hatin rakirin û tedawîyên wan jî berdewam dike. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.