Lijneya HAMASê, ji bo hevdîtina agirbestê hat Qahîreyê
Lijneyekî di bin serokatîya Alîkarê Serokê HAMASê ya li Xezzeyê Xelîl el-Heyye de, ji bona hevdîtinên agirbestê temam bikin hatin Qehîreyê.
Di daxuyanîya ku ji teref HAMASê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Serê sibeha vê Pêncşemê, lijneyekî di bin serokatîya alîkarê serokê tevgerê ya li Xezzeyê de, ji bona ku hevdîtinên agirbestê temam bikin hatin Qehîreyê.”
HAMASê roja Sêşema borî, bersiva xwe ya di çarçoveya agirbestê de daxuyandibû ku ji Qeter û Qehîreyê re gihandibûn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.