Maduro ji bêedebîya ku li Qurana Pîroz hat kirin re bertek nîşan da
Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro, ji êrîş û bêedebîyên ku li Swêd û Danîmarkayê ji Qurana Pîroz re tên kirin re bertek nîşan da.
Maduroyê ku ji bêdengmayîna welatên Rojavayê yên li dijî şewitandina kitêba pîroz a Misilmanan re rexne kir weha got, “Ez bêdengmayîna serokê welatên Ewrupayê a ji şewitandina Qurana Pîroz re xemgînîyek dijîm.”
Maduro dû re weha got, “Em dibînin ku serokên Ewrupayê ji vê rewşê re bêdeng dimînin. Ez tewrên wan kesên ku ji ev tiştê re bêdeng dimînin û ji sûcê re dibin hevpar şermezar dikim.”
Maduroyê ku ji çalakîyên li dijî Misilmana tên kirin re bertek nîşan da, diyar kir ku ew wan çalakîyan şermezar dike. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.