Me'aşê herî kêm a teqawîtan wê bibe 12 hezar û 500 TL
Hûrguliyên rêziknameya der barê teqawîtan de ku bi milyonan teqawît bi kelecan li benda wê ne, hatin eşkerekirin. Wê mûçeya herî kêm 12 hezar û 500 TL be.
Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler der barê mijarê da daxuyanî da û destnîşan kir ku heqê herî kêm 10 hezar TL bû 12 hezar û 500 TL.
Guler got, "Em ji bo teqawîdan û mûçeyên xwe yên ku emekdariya pîr, astengdar û malnişînan distînin, mûçeya herî kêm a ku li gorî dosyeyê 10 hezar lîre tê pêşbînîkirin, dikin 12 hezar û 500 lîre." (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.