Meclîs, ew ê ji bo Fîlîstînê bicive

Meclîs, ew ê ji bo Fîlîstînê bicive

Serokê Meclîsa Gel a Mezin ya Tirkîyeyê Numan Kurtilmuş, ji bona ku Serokê Dewleta Fîlîstînê Mahmud Abbas di Sazîya Giştî ya Meclîsê de biaxive Meclîsê ji bo roja 15ê Tebaxê banga civîna derasayî kir.

Di banga Kurtulmuş de weha dihat gotin, “Ez Meclîsa Gel a Mezin ya Tirkîyeyê, ji bona ku destek xwe ya ji xelkê Fîlîstînê û piştgirîya xwe ya bi qewet bidin nîşandan û dengê gelê Fîlîstînê ji dinyayê re bidin bihîstandin di warê xîtabkirina Serokê Dewleta Fîlîstînê Mahmud Abbas a ji Sazîya Giştî re de li gorî qanûna 93yemîn a meddeya 7emîn di 15ê Tebaxa 2024an roja Pêncşemê de di seat 15.00an de banga civîna derasayî dikim. Ez ji birêz parlamenteran daxwaz dikim ku bila di roja ku hatîye diyarkirin û wê seata ku hatîye ragihandin de beşdarî civîna Sazîya Giştî bibin.”

Serokê Ragihanê Altun jî li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û weha got, “Serokê Dewleta Fîlîstînê Birêz Mahmud Abbas, ew ê di 14-15 Tebaxê de welatê me zîyaret bike. Birêz Abbas ku ew ê di 14ê Tebaxê roja Çarşembê de bi Serokkomarê me Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike, wê di 15ê Tebaxê de ji Sazîya Giştî ya Meclîsa me ya xazî re xîtab bike.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.