Mele Osman Teyfûr: Berxwedana Mislimanên li Filistînê ji sîyerê hatiye îlhamkirin

Mele Osman Teyfûr: Berxwedana Mislimanên li Filistînê ji sîyerê hatiye îlhamkirin

Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Osman Teyfûr di bernameya Mewlîd-î Nebî ya li Êlihê de axivî û got, "Îro berxwedana bawermend û Mislimanên li Filistînê ji sîyera Hz. Muhammed hatîye îlhamkirin.

Weqfa Evîndarên Pêxember li Êlihê li qada mewlûdê ya li kêleka Garaja Mezin a Nû ya Êlihê bi temaya "Rêberê Berxwedanê Hz Muhammed" bernameya Mewlîd-î Nebî li dar xist.

Çalakîya ku bi mazûvaniya Mustafa Tufan û Fatîh Taş hat lidarxistin, ji teref Îmam Hatîp Îbrahîm Halîl Yakut Hoca ve bi xwendina Quranê dest pê kir. Di bernameyê de Mewlûda Şerîf a ku qala jiyana Pêxember dike jî hat xwendin.

Endamê ÎTTÎHADUL ULEMA Mele Osman Tayfûr jî axaftinek kir.

Tayfûr destnîşan kir ku Xwedê di her serdemê de ji mirovahiyê re pêxember şandiye û ji bo ku zilm, tarîtî û şirkê ji holê rabikin û li vê dinyayê edalet, biratî û yekîtiyê hakim bikin, li ser rêya rast ew kirine rêber û destnîşan kir ku Pêxemberê dawî Hz. Muhammed jî ji wan Pêxemberan e.

Teyfur weha got: "Hinek kes li pey wî çûn û hinek jî li dijî wî derketin. Dijminên Xwedê jê re dijminatî kirin. Hewl dan ku wî ji rêya wî dûr bixin û hevalên wî jê dûr bixin. Pêşî îftîra li wî kirin, piştre dest bi zilm, îşkence û talanê kirin. Ambargo danî ser wî. Lê ew sebir kir, ber xwe da. Micadele, şîret li rêhevalên xwe kir ku micadele, sebir, sekn û berxwedanê bidin.”

“Sehabeyên Pêxember tevî li hember îşkenceyan li ber xwe dan”

Teyfûr, anî ziman ku bêyî berxwedan tu kes nikare bigihêje armanca xwe û weha got: "Eshabên Pêxember tevî li hember îşkenceyan jî li ber xwe dan. Sebir nîşan dan. Berxwedana Bîlal ji ber tesîra Mihemed Mistefa bû. Berxwedana Xebbab berxwedaneke Muhammedî bû. Xebbab Bin Eret demeke dirêj îşkence lê hat kirin, hat cem Resûlê Xwedê û rewşa xwe bi gilîyê Pêxember kir. Pêxemberê Xwedê jî ji wî re re şîretan kir ku bisebr be û weha bersivê da, ‘Însanên berîya we bi birekê dihatin parçekirin lê dîsa jî dengê xwe dernedixistin, yanê ji rêya xwe û doza venedigerîyan.’ Resûlê Xwedê got, ‘Ma hûn dibêjin qey tiştên ku hatine ser serê muminên berê heta ku neynê ser serê we hûnê bi rehetî bikevin cennetê.’ Loma li ser vê rêyê berxwedan, micadele û cîhad heye. Mirov bi van digihêje armanca xwe."

"Ger em li ber xwe bidin, em ê di vê serdema tarî de dîsa edalet û bextewarî bi ser bikeve"

Mela Osman Teyfûr weha berdewam kir: “Pêxemberê me jî şûrê edaletê hilgirtiye, şer kiriye, bi sebir, berxwedan û cîhadê pişta şîrk û Ebûcehliyan şikandiye, li dinyayê Îslamê, edalet, biratî û bextewariyê hakim kirîye. Îro rêya rizgariyê li pêşiya me tenê yek e. Ger em li rêya wî veneqetin em ê bighêjin xelasîyê. Rêya xelasîyê di rêya berxwedana Muhammedî de ye. Xelasî encax bi wî re ye.”

“Berxwedana bawermend û mislimanên li Filistînê ji sîreta Hz Muhammed hatiye îlhamkirin”

Teyfûr, destnîşan kir ku gelê Xezze û Filistînê îro mînakeke mezin a berxwedanê nîşan dide û weha got: "Îro berxwedana bawermend û misilmanên li Filistînê bi îlhama sîyera Hz Muhammed hatîye meşandin. Ew bi serma, baran, birçîbûnî û tîbûnîyê re rû bi rû ne, lê dîsa jî li ber xwe didin, berxwedaneke Muhammedî nîşan didin. Jin, mêr û zarok di vê sermayê de, bê mal, bê kon, bê cil, birçî û bi bedenên birîndar jiyana xwe didomînin.”

Teyfûr îfade kir ku hêzên xerab, emperyalîst û zalimên cîhanê bûne yek êrîşî xûşk û birayên me dikin; û diyar kir ku sîyonîst bajarên wan û misilmanan qetil dikin, got ku li hemberî vê yekê Filistînî xwe spartin û gotin: "Hasbunallah ve ni'melvekil (Xwedê besî me ye, ew çi welîyekî xweş e."

“Ji leşkerên xwe û gelê xwe re emir bidin ku li hember vê zilmê bisekinin”

Tayfûr got, "Ey birayên min, divê em ji vê berxwedana Filistînê dersên mezin bistînin. Divê em bi hemû derfetên xwe li cem wan bin. Îro li Filistînê, li Xezzeyê mirovahî, rûmeta mirovahiyê tê kuştin. Lê belê em hemû cîhan li tiştên ku diqewimin temaşe dikin. Ji ber vê yekê ey xwediyên dewletê, ey xwedîyê artêş û çekan, ey ê ku dibêje ez Misilman im, Li vê zulmê temaşe nekin, ger hûn mêrxas in, ger hûn dibêjin hêz û îradeya me heye, li hember vê zulmê bêdeng nemînin, hûn nikarin li cem hizûra Xwedê hesabê bidin, ew ê însanîyet û dîrok nifiran li we bikin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.