Mesûd Barzanî: Em ji tertîpkirina  hilbijartineke azad û adil re destekê didin

Mesûd Barzanî: Em ji tertîpkirina hilbijartineke azad û adil re destekê didin

Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji ber ku dîroka hilbijartina parlementoyê hat eşkerekirin Serokatîya Herêma Kurdistanê pîroz kir, destnîşan kir ku ew ji tertîpkirina hilbijartineke azad û adil re destkê didin.

Bi minasebeta eşkerekirina dîroka hilbijartina Parlamentoyê Barzanî peyamek belav kir û di peyama xwe de weha got:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta diyarkirina dema hilbijartina xula şeşema Parlemena Kurdistanê li 20ê cotmeha 2024 destxweşiyê li Serokayetiya Herêma Kurdistanê dikim. Palpiştiyê li encamdana hilbijartinekî bê asteng û dûrî li destêwerdanê dikîn.

Xwazyarîn aliyên siyasî li berçavgirtina rewşa Herêma Kurdistanê bi berpirsiyariyê ve hevkarbin ji bo serxistina proseyeke demokrasiyane û parastina aramî û pêkvejiyanê.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.