Mesûd Barzanî ji bo malbatên qurbaniyên erdhejê peyamek belav kir
Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê PDKê Mesûd Barzanî li twitterê da sersaxiyê li malbat û kesukarên qurbaniyan û ziyanberketiyên erdheja vê sibehê ya li Tirkiye û Sûriye kir.
Naveroka peyama Serok Barzanî:
“Sersaxiyê li malbat û kesukarên qurbaniyan û ziyanberketiyên erdheja vê sibehê li Tirkiye û Sûriye dikim û xwe bi hevbeşê xem û êşên wan dizanim.Hêviya başbûnê ji bo birîndarên vê rûdana diltezînê dixwazim.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.