Meteorolojî hişyarî da: Talûkeya şilî, mij, qeşa û aşîtê heye!

Meteorolojî hişyarî da: Talûkeya şilî, mij, qeşa û aşîtê heye!

Li gorî texmînên dawîn ên ku ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve hat belavkirin, li çend herêmên welat ew ê hewa guhertîbe.

Hat îfadekirin ku Orta Behra Reş (Xeyn ji Çorimê), rojhilata Anadolîya Rojhilat û derdorê Sînop, Sêwas, Artvîn û Sêrtê baran tesîrdar be. Li alîyên cîhên bilind ên rojhilata Anadolîya Rojhilat jî bi tevî berfê baran bibare.

Yên ku divê mirov diqet bike

Di seatên serê sibeh û êvarê de li başûr û rojhilata Marmarayê, Rojavaya Behra Reş, Anadolîya Navîn û rojavaya Anadolîya Rojhilat hewa wê bi mijdar be.

Dibe ku li herêmên rojhilat û navîn cemed û qeşa çêbibe.

Telûkeya aşîtê ya li alîyê Rojhilata Behra Reş û Anadolîya Rojhilat hêj berdewam dike.

Tê texmînkirin ku germahîya hewayê li giştîyê welat zêde bibe.

Hişyarîya qeşaya zîreatê

Ji bo alîyê Rojhilata Navîn û alîyên bakur û rojhilata Anadolîya Rojhilatê rîska qeşaya zîreatê heye. Divê bi taybetî cotkar haydar bin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.