Mîdîbûsa ku karkerên zireatê tê de bûn qeza kir: 15 birîndar
Di encama qezaya ku li navçeya Yuregîra Edeneyê pêk hat de 15 kes birîndar bûn.
Qeza li ser Kolana Sumbul a li Taxa Leventê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mîdîbûsa bi plaqeya 01 ACT 241 a ku navê ajokarê wê nehat hînbûn piştî ku li payerêyê qelibî teqla avêt.
Di encama qezaya ku pêk hat de 15 kes birîndar bûn ku kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.