Mus'ab îbnî Umeyr ê roja me: Şehîd Aytaç Baran
Şehîd Aytaç Baranî kû bi xîret, cehd û exlaqeqî xweşîk xwe fedayê dewa Îslamê kiribû, di 8emîn salvegera şedahdeta wî yê ku ji teref PKKyîyan ve hatibû qetilkirin de bi rehmet û minnet tê yadkirin.
Li ser şehadetê Aytaç Baranî yê endamê HUDA PARê û Serokê Îhya-Dera Nû yê ku di 9ê Hezîranê sala 2015an de li Dîyarbekir ji teref PKKyîyan ve hatibû şehîdkirin 8 sal derbas bûn.
Şehîd Aytaç Baranî yê ku ji bona dewa Îslamê şev û rojê xwe dikir yek, bi tevî exlaqî xwe yê xweşik û rûyê wî yê bi ken li derdorê wî ciwan tu qet kêm nedibûn û dilê tu kesê jî ji xwe nedihêşt.
Ew, wê kesê ku li hemberê wî bûna bi rûyê xwe yê bi ken wek ku qelbê wî fetih dikir Îslamê di qelbê wan de neqiş dikir. Ew, bi zarokan re dibû zarok, bi ciwanan re dibû ciwan, bi kalan re dibû kal û bi wan re bi taybetî eleqeder dibû. Ji zarokan ra jî digot, ‘keko’ û dema ku wan zarokan bileyîsta ew jî bi wan re dileyîst.
Şehîd daîma weha digot, “Eger ku em bi zarokan re eleqeder nebin, şefqet û rehmetê nîşanê wan nedin, exlaqa Quran û Îslamê hînê wan nekin ew ê van zarokan sibê roj bikevin rêya xirab û ew ê bikevin dawa neyarên Îslamê.” Di vê meseleyê de xebatek mezin ya Îslamî dikir.
Ji teref dikandar û xelqê ve ji ber fealîyetên alîkarîyê ya ji bona feqîran li Şehîtlîk û Ben û Sen a ku cihê feqîran dihat hesibandin dikir gelek dihat hezkirin.
Di bernameyên Mewlîda Pîroz ya ku ji teref Evîndarên Pêxember ve dihat tertîpkirin de, bi wî dengê xwe yê zelal Quranê dixwend û dilê xelqê bi Quranê rehet dikir, bi xwendina qesîdeya “Pêxemberê Me Yê Rêzan” di dilê xelqê de cih girtîbû.
Ew rêxistinê ku dixwast ciwanan ji bo armanca xwe bide şixulandin, ji xebatên Aytaç xoce nerazî bû. Exlaqê wan ciwanên ku Aytaç xoce wan perwerde kiribû, rêxistinê gelek aciz kiribû.
Rêxistina ku ji xebatên Aytaç xoce aciz bûbû, wê planê xwe yê bêoxir kiribû dewreyê. Dema êrîşê ku di piştî Hilbijartina Giştîya 7ê Hezîranê de di encama suîqestekî de ku Aytaç xoce hatibû qetilkirin, xuyayê qemereyan bûbû, di xuyangê de wan kesên ku Aytaç xoce qetil kiribûn dihatin dîtin û ji wan yek hatibû qefaltin yê dinê jî ku navê wê Sezgîn Demîrkol e di encama pevçûna ku di meha Kanûna Pêşîn sala 2015an de li navçeya Yenîşehîrê hatibû kirin de ji teref polêsan ve hatibû kuştin.
Dîyadîn Gumuşê (22) ku di doza ku piştî siûqestê hatibû vekirin de ew tenê bersûc bû, ji sûcên ‘kuştina bi zanebûn’ û ‘bûyîna endamê rêxistina terorê PKKê’ hatibû berdan.
Kuştina Aytaç Baranî yê ku ew yek “elçîyê aştîyê” dihat naskirin, armanca wan kesên ku xwe dane pişt gotina ‘aştî’yê baş nîşan dide ku armanca wan ne aştîye, armanca wan herb e.
Xeberê şehîdbûna Aytaç Baran, serî hevalên wî yên de’wê û hemû kesên ku wî hezdikirin ji kurîtî kedirandibû û wan dilsoj kiribû.
Na’aşê Aytaç Baran, ji Merga Nexweşxaneya Dewleta Seleheddîn Eyyubî hatibû rakirin, bi tevî qonwoyeke mezin ya erebeyan hatibû birin Mizgefta Seleheddîn Avşar ya ku li nêzê avahîya Îhya-Der a Nû yê ku şehîd li wê derê xizmetê dikir nimêja wî hatibû kirin, dû re na’aşa şehîd Aytaç Baran hatibû anîtin goristana Yenîkoyê.
Baran, di binê tekbîr û selawatên ku ji teref jin, pîrek, ciwan, zarok û kalan ve dihat anîtin hatibû definkirin.
Aytaç Baranê Serokê Komeleya Îhya-Der a Nû yê ku di sala 2015an de ji teref PKKê ve di encama suîqestekî hatibû şehîdkirin, di salvegera 8emîn a şehadeta xwe de dê li ser gora xwe bê yadkirin.
Li ser şehadeta Aytaç Baranê Serokê Komeleya Îhya-Der a Nû yê ku li navçeya Yenîşehîra Dîyarbekirê li Şehîtlixê ji teref PKKê ve bi xaînî hatibû qetilkirin 8 salan derbas bûn.
Bi mûnasebeta salvegera şehîdîya wî ya 8emîn ji teref Platforma Karwanê Şehîdan û Cemîyeta Mistezefan ve roja Înê di seat 17.00an de li ser mezelê wî bernameya yadkirinê wê bê tertîpkirin.
Omer Çelîkê Serokê Platforma Karwanê Şehîdan yê ku derheqê bernameya ku bê tertîpkirin de axivî, hemû kesan dawetê bernameya ku bê kirin kir.
Çelîk di serê axavtina xwe de qala rewşa sîyasî ya herêmê a berîya şehadeta Şehîd Aytaç Baran kir û weha axivî, “Wek ku hûn jî zanin ku li herêmê bi pêvajoya sîyaseta çelikê û pêvajoya çareserîyê beredayîtîyeke ciddî çêbûbû. Hêzên tarî yên ku li herêmê menfeat û xêra Kurdan naxwazin rêxistinên wek HDP û PKKê ji xwe re şixulandin û ji kaosê xwe xwedîkirin.”
“Me daîma dianît ziman ku HDP an jî PKK li ku derê bi qewet be li wê derê bêhizûrîyê derdixe”
Çelîk bûyerên 6-8ê Cotmehê bîr anît û weha got, “Wek ku tê bîra xelkê me jî di sala 2014an de di bûyerên 6-8ê Cotmehê de ji ciwanên ku goştê qurbanê belav dikirin re qetlîamekî ku dîrok ji bîrva nake pêk hatibû. 8 meh piştî ji ev qetlîamê di Hezîrana 2015an de di hilbijartinê de li her alî bi taybetî jî li alîyên rojhilat û başûrê rojhilatê di afîşên ku daliqandibûn de resmên ku xwîn ji wan diherike daleqandibûn. Ew bi vana dixwestin ku vê tiştê bibêjin: Ger ku hûn rayên xwe nedin me ew ê her der bibe xwîn. Em Misilmanên ku li herêmê dijîyan wek Platfotma Karwanê Şehîdan, Cemîyeta Mistezefan û Weqfa Evîndarên Pêxember jî daima û bi israr ev tiştê dianîtin ser ziman. Me digot ku; HDP an jî PKK li ku derê bi qewet be li wê derê bêhizûrîyê derdixe, xwînê dirjîne, fitnê çêdike.”
Çelik axavtina xwe weha domand, “Piştî wê hilbijartinê 80 parlamenter derxistin û hemû derê ku li wê derê biqewet bûn agirê fitnê pêxistin. Wa ji wan fitneyan yek jî bi wehşetî qetilkirina Şehîd Aytaç Baran e. Sedema bijartina Aytaç Xoce jî ev bû ku komaleya ku Şehîd li wê derê dima li şehîtlixê xebateke li ser menewîyata ciwanan dikir. Ew bi wê exlaqê xwe yê xweşik li taxê gelek tesîrên ciddî dihêşt. Ev jî wan aciz kir.”
“Hemû mirovên mezin yên ku me wan ji xwe re kirîye Rêzan di vê rê de derbas bûne”
Çelîk di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku ev qetlîam ne cara yekem e û ew ê dawîn jî nebe “Ew birayê me yê Aytaç Baran şehîd kirin. Ev ne Misilmanê cara ewil an jî ne Misilmanê cara dawîn e ku şehîd kirine. Çîmkî em ji meseleyê re bi çavê heq û batilê dinhêrin. Yanê li ku derê ehlê heqîyê hebe û li wê derê ji bona Îslamê were xebitandin ew ê hêzên tarî jî ji ev xebatê aciz bibin. Ji ber vê yekê ye ku ew jî ew ê bi ehlê heqîyê re bi tehdît, kuştin û boyqotan micadeleyê bikin. Ev micadele ji Habîl û Kabîl heta niha didome. Feqet em Misilmanên herêmê dibêjin ku ew ê kuştina wan, ezîyet û îşkenceyên wan ew ê tu dem me ji dewa me paşve nehêle. Çîmkî rêya ku em ji li wê derê tênê usil û mirovên mezin yên ku me wan ji xwe re kirîye Rêzan hemûyan di vê rê de derbas bûne.”
Çelîk di dawîya axavtina xwe de hemû Misilmanan dawetê bernameyê kir, “Ji ber vê yekê tewrên ku li me Misilmanan re nîşan didin xeyn ji zidekirina îmana me û eşqa micadeleya me ji tu tiştekî re feydeya wê tunebe. Di vê çarçoveyê de em wek Platforma Karwanê Şehîdan û Cemîyeta Mistezefan roja Înê li ser mezelê şehîd di seat 17.30yan de bernameya yadkirinê tertîp rikin. Hemû xelkê xwe dawet dikin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.