Muslumanên Filistînî ji bo limêja sibê li Mescîda Eqsayê kom bûn
Bi hezaran Filistîniyên li Qudsê ya ku di bin îşxala siyonîstan de ye li Mescîda Eqsayê di îniya sêyemîn a Remezanê de nimêja xwe ya sibê kirin.
Mislimanên Filistînî li dijî planên qirêj û hovane yên rejîma îşxalker a sîyonîst li Mescida Eqsayê hatin cem hev.
Bi hezaran Filistîniyên ku hatin ber deriyê Hutta û Esbatê (Deriyê bi Şêr) ên li ser dîwarê bakurê Mescîda Eqsayê, bi tekbîran ber bi Mescida Eqsa û Mescida Qibleyê va ketin rê.
Filistînîyan tevî hemû hewildanên rejîma îşxalker a sîyonîst ji bo pêşîgirtin û dijwarkirina şert û mercan, dîsa jî nimêja sibehê li Mescida Eqsayê kirin.
Filistînîyan piştî kirina nimêja sibehê sloganên “Bi ruh, bi can em fedayê te ne ya Eqsa” gotin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.