Namzedê Serokê Şaredarîya Stenbol yê AK Partîyê Kurum, HUDA PARê zîyaret kir
Namzedê Serokê Şaredarîya Mezin yê Stenbol ya AK Partîyê Murat Kurum, bi tevî lijneya bi xwe re Serokatîya Bajara Stenbol yê HUDA PARê zîyaret kir.
Lijneya ku Serokê Bajarê Stenbol yê AK Partîyê Osman Nurî Kabaktepe jî di nav de bû, ji teref Serokê Bajarê Stenbolê yê HUDA PARê Îsa Guvendîk ve hatin pêşwazîkirin.
Hat diyarkirin ku zîyaret nîv seat berdewam kir û Murat Kurum, di hilbijartinê de ji HUDA PARê destekê xwest.
Serokê Bajarê Stenbol yê HUDA PARê Îsa Guvendîk jî ji ber namzed nîşandayîna Murat Kurum wî pîroz kir û îfade kir ku ew ê di hilbijartina mehellî de destekê bidin wî. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.