NATO fealîyetên xwe yên li Iraqê rawestand
NATO piştî sûîqasta ku li Iraqê li Qasim Silêmanî hat kirin re fealîyetên xwe yên li Iraqê rawestand.
Hat ragihandin NATO piştî sûîqasta ku li Iraqê li Qasim Silêmanî hat kirin re fealîyetên xwe yên li Iraqê rawestand.
Doh şeveqê Amerîka bi mûşekan êrîş bir li ser kerwana Haşdî Şabî ya li Balafirgeha Baxdayê ya Navneteweyî.
Di encama êrîşa Amerîkayê de Qasim Suleymanîyê Fermandarê Hêzên Qudsê ya ku girêdayê Muhafizên Şoreşa Îranê û Alîkarê Serokê Haşdî Şabî Ebu Mehdî El Muhendis canê xwe ji dest dan.
Piştî vê êrîşa ku hat kirin re NATOyê fealîyetên xwe yên li perwerdekirina personelan a ji bo artêşa Iraqê rawestand
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.