Nêçîrvan Barzanî: "Kuştina Hîşam Haşimî bi tundî şermezar dikim"
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kuştina lêkolînêr û pisporê ewlehiyê yê Iraqê Hîşam Haşimî bi tundî şermezar kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser medyaya civakî twitterê derheqê kuştina Haşîmî de peyamek belav kir.
Barzanî di peyam xwe ya ku belav kir de destnîşan kir: ‘’Bi tundî kuştina lêkolînêr û pisporê ewlehiyê yê Iraqê Hîşam El Haşimî şermezar dikim ku duh di êrîşeke plankirî de li Bexdayê hat kuştin. Serxweşiyê li malbat û xaninam wî dikim û ez şirîkê xemên wan im. Her wiha divê aliyên peyvendîdar jî terorîstan bibînin û wan derbixin pêş dadgehê.’’
ÎLKHA
به توندی سهرکۆنهی تیرۆرکردنی لێکۆڵهر و پسپۆڕی ئهمنیی عێراقی هیشام ئهلهاشمی دهکهم که دوێنێ لە هێرشێکی پلان بۆ داڕێژراودا له بهغدا تیرۆر کرا. پرسه و سهرهخۆشی له خێزانهکهی دهکهم و هاوخهمیانم. لایهنه پهیوهندارهکان دهبێ تیرۆرستان بدۆزنهوه و بیاندەنە دادگا.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) July 7, 2020
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.