Nêçîrvan Barzanî: Ti rewatiya PKKê li Herêma Kurdistanê nîne û divê jê derkeve
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ew yekîneya ku li Wertêyê hatiye bicîkirin girêdayê Wezareta Pêşmergê ye.
Barzanî di berdewama daxuyanîyê de diyarkir Zînî Wertê di medyayê de gelek hatiye mezinkirin û pirsgirêk evqas mezin nîne û dê were çareserkirin. Barzanî dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: "Ti rewatiyeke PKKê li Herêma Kurdistanê nîne û derfeta wê yekê jî bi PKKê nayê dan, PKK divê ji Herêma Kurdistanê derkeve û pirsgirêkan ji Herêma Kurdistanê re çêneke.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.