Neteweyên Yekbûyî: Sala borî 10 hezar kesên sîwîl an hatin kuştin an jî birîndar bûn
Hewl tê dayîn da ku tundîya li Efxanistanêya ku berdewam dike berîya peymana aştîya ya ku tê diyarkirin di navbera Talîban û Amerîka de bê îmzekirin, bi dawî bibe.
Di raporteke ku îro ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hat belavkirin de hat destnîşankirin; di sala 2019an de li Efxanistanê 10 hezar kesên sîwîl an hatin kuştin an jî birîndar bûn.
Li gorî raportê de di 10 salên dawî de hejmara kesên sîwîl ên ku canê xwe ji dest dan li Efxanistanê derket li ser 100 hezar kesan.
Dîsa di raporta ku hat belavkirin de hat diyarkirin di sala 2019an de 3 hezar û 403 kesên sîwîl hatin kuştin û 6 hezar û 989 kesên sîwîl jî birîndar bûn.
Tadamichi Yamamotoyê Temsîlkarê Efxanistan ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bi daxuyanîya ku belav kir bang li terefên ku pev diçin kir û ji wan xwest ku demildest dawî li şer û pevçûnê bînin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.