Nexweşxaneya El-Ehlî Baptîst ku sîyonîstan êrîş kiribûn nikare xizmetê bide

Nexweşxaneya El-Ehlî Baptîst ku sîyonîstan êrîş kiribûn nikare xizmetê bide

WHO, daxuyand ku Nexweşxaneya El-Ehlî Baptîst ku sîyonîstan êrîş kiribûn nikare xizmetê bide.

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus, derheqê Nexweşxaneya El-Ehlî Baptîst ku li Xezzeyê nexweşxaneya ku ew tenê xizmeta tam dida û dûçarê êrîşa rejima sîyonîst bûye de ev daxuyanî da, “Nexweşxaneya El-Ehlî Baptîst a li Xezzeyê bi emrê ku hat dayîn û piştî êrîşa rejima îşxalker xizmetê nikare bide.”

Ghebreyesus, destnîşan kir ku zarokekî li nexweşxaneyê, ji ber ku nexweşxane nikare xizmetê bide canê xwe ji dest da.

Ghebreyesus, îfade kir ku serwîsa acîl, laboratuvar, makîneyên rontgenê û dermanxaneya nexweşxaneyê hatine tehrîpkirin û got, “50 nexweş, ji nexweşxaneyên dinê re hatin sewqkirin. 40 nexweşên ku rewşa wan krîtîk in nehatin tehlîyekirin. Heta ku temîra nexweşxaneyê neyê temamkirin ew ê tu nexweşan qebûl neke.”

Adhanom Ghebreyesus bang kir ku bila êrîşên li dijî xizmetên tenduristîyê bêne sekinandin, “Em dubare dikin; divê nexweşxane, xebatkarên tenduristî û nexweş bên parastin. Dorpêça alîkarîya li dijî Xezzeyê bê rakirin, agirbest bê îlankirin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.