
Nifûsa Herêma Kurdistanê 6 milyon û 503 hezar hat diyarkirin
Encamên serjimêriya giştî ya nifûsê ku piştî 37 salan li Iraqê hat kirin, hatin eşkerekirin. Hejmara giştî ya Iraqê 46 milyon û 118 hezar e. Hejmara nifûsa Herêma Kurdistanê 6 milyon û 503 hezar hat diyarkirin.
Li Iraq û Herêma Kurdistanê piştî 37 salan di navbera 20-22 Mijdara 2024’an de serjimêriya giştî ya nifûsê hate kirin. Di serjimariyê de navên malbatan hatin tomarkirin û heta 10ê Kanûna Paşiyê ya 2024an formên tomarkirina malan hatin dagirtin.
Wezareta Plandanan ya Iraqê di daxuyaniyekê de encamên dawî yên serjimêriya ku di dawiya sala 2024an de hatibû encamdan eşkere kir. Li gorî vê yekê nifûsa giştî ya Iraqê 46 milyon û 118 hezar kes hat diyarkirin. Li gorî daneyên destpêkê yên di Mijdara 2024'an de hatin ragihandin, nifûsa wê 45 mîlyon 407 hezar e.
Nifûsa Kurdistanê
Berdevkê Wezîrê Plandanan a Herêma Kurdistanê ji rojnamevanan re ragihand, hejmara rûniştvanên Herêma Kurdistanê 6 milyon û 503 hezar e. Berdevk amaje bi wê yekê jî kir, ku ev hejmar navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê (Kerkûk, Xaneqîn, Şengal, deşta Mûsilê) nagire nav xwe.
Li gorî encaman, hejmara giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê 46 milyon û 118 hezar kes e ku ji sedî 70.17 li bajaran û ji sedî 29.83 jî li gundan dijîn.
Li gorî encaman civaka Iraqê civakeke ciwan e û ji sedî 60.44 ê nifûsê temenê wan di navbera 15 û 34 salî de ye.
Li gorî serjimêriyê ji sedî 51.04ê nifûsa Iraqê zewicî ne û ji sedî 46 jî tenê ne.
Serjimariya giştî ya nifûsa Iraqê 2024:
1. Bi tevahî nifûsa:
46 milyon û 118 hezar kes (Herêma Kurdistanê jî tê de)
2. Belavkirin li gor zayend:
- Rêjeya zayendan: 101 nêr ber 100 mê.
3. Dabeşkirina li gorî jîngehê:
- Ji sedî 70,17ê nifûsê bajarî ne
- Ji sedî 29,83 ê nifûsê li gundan dijîn
4- Dabeşkirina temenî:
- Ji sedî 11,16 ê nifûsê di bin pênc salî de ne
- Ji sedî 24,74ê nifûsê di navbera 5-14 salî de ne
- Ji sedî 60,44 ê nifûsê di navbera 15-64 salî de ne (temenê xebatê)
- Ji sedî 3,66 ê nifûsê di ser 65 salî re ye
5- Rewşa zewacê:
- Ji sedî 46ê nifûsê ezeb in
- Ji sedî 51,04ê nifûsê zewicî ye
- Ji sedî 2,8 ê nifûsê jinebî an mêrebî ne
- Temenê zewaca yekem: mêr (24,06) sal, jin (20,7) sal
6- Rewşa aborî:
- Ji sedî 41,61ê nifûsê di warê aborî de dişuxilin
- Ji sedî 46,06 ê nifûsê di warê aborî de naşxulin
- Ji sedî 38,25ê nifûsê di sektora kamuyê de memür ın
7- Perwerde:
- Nexwendewarî: ji sedî 15,31 (li Herêma Kurdistanê ji sedî 16,23)
- Rêjeya xwendekarên mêr ên qeydkirî: ji sedî 51,5
8- Xizmet:
- Ji sedî 87ê xelkê ava vexwarinê ji şebekeya ava giştî distînin
- Ji sedî 93,3 ê xelkê elektrîk heye
- Ji sedî 96,9ê nifûsê xwedî toreyên kanalîzasyonê ne
9- Yekîneyên niştecihbûnê:
- Ji sedî 70,16 xwedixani ne
- Li Herêma Kurdistanê ji sedî 72.15 xwediyê xaniyan e. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.