Otobusa rêwîyan qulibî: Mirîyek 37 birîndar

Otobusa rêwîyan qulibî: Mirîyek 37 birîndar

Li Aksarayê otobuseke rêwîyan qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest dan û 37 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Aksarayê otobuseke rêwîyan qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest dan û 37 kes jî birîndar bûn.

Qeza derdora seat 05.00an de  li ser Rêbeja Aksaray-Enqerê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa rêwîyan a bi plaqeya 33 DK 060 a ku ajokarê wê Muzaffer Îltaş bû ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ji kontrolê derket û qulibî.

Di encama qezaya ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest dan û 37 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.