Parlamenterê HUDA PARê bang kir: Bila Îsmaîl Henîyye di Meclîsê de biaxive

Parlamenterê HUDA PARê bang kir: Bila Îsmaîl Henîyye di Meclîsê de biaxive

Parlamenterê HUDA PARê Şahzade Demîr, li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û bang kir ku bila Îsmaîl Henîyye di Meclîsê de biaxive.

Terorîst Netenyahu ku li Washingtona paytexta Emrîqayê di kongreyê de axivî, ji teref endamên kongreyê ve demeke dirêj hat çepikkirin û ev jî bû sedema bertekan.

Sekreterê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî ji taga #EllerinizKurusun re nivîsand û bangek kir.

Demîr di weşana xwe de weha got, “Di bin sîya qirkirina ku li Xezzeyê berdewam dike de, di hevkarîya Emrîqa û sîyonîzmê de sûcdarekî ku dixwaze qirkirin berdewam bike hat diyarîkirin. Bûyera ku me şahidîyê kir tê maneya teyîda hevkarîya Emrîqa û çeteya sîyonîstan.

Bersiva herî xweşik a ku ji vê bêhedîyê re bê dayîn tertîpkirina axavtina Îsmaîl Henîyye yê temsîlkarê mezlumên Xezzeyê ya di Meclîsê de ye.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.