Parlamenterê HUDA PARê Demîr: Divê propagandaya ji rê derketîyan (LGBT) bê qedexekirin
Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, di axavtina ku di Sazîya Giştî Ya Meclîsê de kir de bang kir ku bila li hember rêxistinên ji rê derketîyan (LGBT) tevgerek bê kirin.
Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, di Sazîya Giştî ya Meclîsê de ji bona ku biaxive destûrê xwest û bibîrxist ku dewlet mesul e ku malbat û civakê biparêze, “Dewlet, divê qedexekirina propagandaya ji rê derketîyan (LGBT) wek meseleyeke hebûn û tinebûnê bibîne û wan qedexe bike.”
Demîr, destnîşan kir ku rêxistinên ji rê derketî serê ewil di çarçoveya qanûnên lihevkirina bi Yekîtîya Ewrûpayê de hatîye ‘qanûnkirin’, piştî vêya li çar alîyê welat rêxistîbûnên van jirêderketîyan lezê girtin.
“Îdeolojîya LGBTyê sazîya malbatê îfsad dike”
Demîr, di berdewama axavtina xwe de weha got, “Îdeolojîya LGBTyê bi tevî îmzekirina Peymana Stenbolê bi sernava ‘Cînsîyeta Civakî’ di hemû mekanîzmayên dewletê de cîh girtîye. Ev ji rê derketîya ku ketîye heta nav hicreyên civakê ciwanên me jî kaşê çirava xwe dike û sazîya malbatê îfsad dike. Van komên ji rê derketî, li ser hîsaba medyaya civakî dikarin propagandayên xwe bikin, ev ji rê derketî, ji rêzefîlmê heta leyîstikên înternetê xîtabê zarokan dike û hemû cîhan îşxal kirîye.”
“Divê di platformên dîjîtalî de hemû weşanên ewakî bêne astengkirin”
Demîr di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku divê ji bona ku ev ji rêderketîtîya LGBTyê belav û zêde nebe tedbîr bêne girtin. “Dewleta ku ji parastina exlaqa civak û malbatê mesul e, divê qedexekirina propagandaya ji rê derketîyan (LGBT) wek meseleyeke hebûn û tinebûnê bibîne û wan qedexe bike. Di platformên dîjîtalî de jî wan qedexe bike û ji yên ku li gorî vê qedexeyê hereketê nekin re cezayên giran bê dayîn.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.