
Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç li Mêrsînê bi welatîyan re hat cem hev
Wekîlê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç li avahiya parêzgehê ya partiya xwe bi welatiyan re hat cem hev û gohdarîya daxwaz û pirsgirêkên wan kir.
Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç li avahiya parêzgehê ya partiya xwe bi welatiyan re hat cem hev.
Di civînê de bi beşdariyeke xurt welatiyan hêvî û daxwazên xwe yên li ser mijarên cuda anîn ziman.
Dînç yek bi yek pirsgirêkên welatiyan nirxand û diyar kir ku ji bo çareseriyê ew ê teşebûsên hewce bikin.
Dînç destnîşan kir ku HUDA PAR li cem gel e û weha got: “Em ê bibin dengê miletê xwe. Em ê her pirsgirêkek ku ji me re hatî şandin bi baldarî binirxînin û ji rayedarên têkildar re bişînin,"
Di dawiya civînê de welatiyan spasiyên xwe pêşkêşî Dînç kirin ku li wan gohdarî kiriye û bi pirsgirêkên wan re mijûl bûye. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.