Pence: Amerîka û Tirkîye li Sûrîyê qerara agirbestê dan
Alîkarê Serokê Amerîkayê Mîke Pence destnîşan kir “Amerîka û Tirkîye li Sûrîyê qerara agirbestê daye.YPG dê di nav 5 rojan de ji wê herêma bi ewlehîy vekişe.”
Piştî hevdîtina ku bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re hat kirin re, Alîkarê Serokê Amerîkayê Mîke Pence derbarê hevdîtina ku hat kirin de daxuyanî da endamên çapemenîyê.
Pence di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir: “Amerîka û Tirkîye li Sûrîyê qerara agirbestê daye.YPG dê di nav 5 rojan de ji wê herêma bi ewlehîy vekişe.Piştî ku ev vekişîn xelas bû re ew ê Tirkîye û Amerîka digel hev li herêmê tevbigerin. Dîsa di çarçoveya peymanê de ew ê Tirkîye li hember Kobanê harekatekê neke.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.