Peyama Mesûd Barzanî ji bo salvegera 35emîn saliya kîmyabarankirina Helebçe
Serokê PDKê Mesûd Barzanî di salvegera sîh û pênç saliya kîmyabarankirina Helebçeyê da peyamek li tora civakiya twitterê belavkir.
Metna peyama Barzanî wisa ye:
Tawana kîmyabarankirina Helebçe bi ber çavê cîhanê û ji aliyê dirindetirîn rejîma serdem ve hate encamdan.
Ev tawan birîneke kûre li ser laşê gelê me û tu carî nayê ji bîr kirin.
Pêwîste dewleta Iraqê qerebûya wan zulm û tawanan bike ku di derbarê Helebçe û zarok û gedeyên Kurdistanê hatine encamdan.
Silav li rûhê pakê şehîdên Helebçe û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.