Peyama Weqfa Evîndarên Pêxember di bernameya Mewlida Nebî de hat xwendin
Bernameya Mewlida Nebî bi temamê coş û şahîya xwe bênavber berdewam dike.
Di berdewama bernameyê de ji teref Yahya Ograşê Berdevkê Weqfa Evîndarên Pêxember ve hat xwendin.
Temamê peyama ku hat xwendin wisa ye:
Hemd ji Xwedayê Rebbê aleman re ye. Selat û selam; li ser Hz. Muhemmedê ku ebd û qasidê Xweda ye û Mîsalê Herî û Baş û Xweşik e û li ser malbata wî û eshab û rêhevalên wî be.
1) Ji bo wan kesên ku belayê vera û musîbetê jî nesîhat dizanin, “Mîsalê herî baş û xweşik Hz. Muhemmed e."
Musîbet û bela şîretkarên baş in. Ew li hember perdeya xefletê û serxweşiya mirinê şîretên bi tesîr in. Ji ber vê yekê divê Misliman bi çavê hikmetê felaketên tebi’î, erdhej, nexweşî û şobê mêze bikin û wan bikin wesîle da ku ew ji gunehan xilas bibin, xwe nêzî Xwedê bikin û ji xeletiyên xwe dersê bigirin, "Dema mûsîbetek digihîje wan dibêjin ʿEm aîdî Xwedê ne û bêşiphe em ê bên vegerandin bi bal wî de.“(Sûreya Beqere, Ayet -156) Bela û mûsîbet encax ji bo zaliman windakirin û sefalet e.
2) Ji bo wan kesên ku parvekirinê, piştevanî û alîkarîyê wekî mesûlîyetekê dibînin, “Mîsalê herî baş û xweşik Hz. Muhemmed e."
Dermankirina birînên wan xuşk û birayên me yên ku mexdûrên erdhejê ne hem berpirsiyariya me ya Îslamî û hem jî ya însanî ye. Yek ji wan rêyên ku dibe wesîle însan hem li dinyaya fanî û hem jî li axretê bextewar bibe; ew e ku meriv tenê ji bo xatir û rizaya Xwedê (Celle Celaluhu) bikaribe parve bike û jê tehmê bistîne. Ew sedeqeya ku ji bo Xwedê tê dayîn dibe sedema kêfxweşîya mezlûman, ne mimkûn e ku mirov tarîfa vê yekê bike. Muhsîn ew kes e ku xwe bi karên xweş xemilandî ye. Xweda di Qurʾana Kerîm de ji bo wan kesên Muhsîn wisa dibêje: “Ew di rewşa bereket û tengasiyê de jî xerc dikin, hêrsa xwe dadiqurtînin û mirovan efû dikin. Xwedê ji qencîkaran hez dike.” ( Sûreya Alî Îmran: Ayet-134)
3) Ji bo wan kesên ji xwe re, girtina li Heqqê wek namûs û dûrketina ji Heqqê wek şerm dibînin, “Mîsalê herî baş û xweşik Hz. Muhemmed e."
Heqaretên qustax li Xweda (Celle Celaluhu), Resûlê wî (s.x.l.), Qur’ana Kerîm û li esasên bawerî û îbadetê tên kirin. Em vê weke êrîşeke qirêj û gemar a ku li ser muqeddesat û li ser şexsê me hatiye kirin dibînin. Ev êrîş nîşaneya zelîlbûn û rewşa nebaş a ku dijminên Îslamê tê de ne nîşan dide. Em van êrîşan bi tundî red dikin û van tiştên ku tên kirin bi ti awayî di çarçoveya azadiya fikr û ramanê an jî hincetên mîna wan de qebûl nakin. Êrîşên wan ên hovane û gemar dê teweccûh û baweriya bi Xwedê û daʾwa wî ya mezin zêdetir bike. “…Lê izzet (qewet, rûmet û serdestî) ya Xweda, Resûlê Wî û ya bawermendan e. Lê munafiq nizanin.”(Sûreya Munafiqun:Ayet- 8)
4) Ji bo wan kesên ku malê weke stargeh û malbatê jî cihê saadetê dizanin, “Mîsalê herî baş û xweşik Hz. Muhemmed e.”
Saziya malbatê ji bo mêrên bawermend û jinên bawermend; ew kela muhkem a hizûr û bextewariyê ye. Ew zarokên me yên ku xemlên jiyana dinyaya fanî ne; ger salih, bi exlaq, dînamîk û serketî bin wê demê dê pêşeroj û îstîqbala me di bin garatîyê de be. Projeyên civakên bêzayend, peymanên sexte yên wêranker, komeleyên ku ji hêla medenîyeta Xerbî ya îflaskirî ve têne fînansekirin, saziya qedîm a malbatê dikin hedef. Helwest û sekna bi rûmet a li dijî vê fikra bêşerm û bêheya ji bo civakên Misilman meseleya bekayê ye.
5) Ji bo wan kesên ku biratiyê esas û wehdetê jî avahiya vê esasê dibînin, “Mîsalê herî baş û xweşik Hz. Muhemmed e.”
Çareseriya zilm û bêhêvîtiyê ku kezeban dişewitîne û çareserîya naçarîyê; bi yekîtiyeke xurt a di nava gelên Misilman de mimkûn e. Biratiya di navbera Mislimanan de û wehdeta ku li ser esasa biratîyê hatiye avakirin ne xewneke bêîmkan e. Berevajî ev yek emrê Rebbê me ye û ev hêzeke bi heybet e ku li ser bingeha hevkarî, yekîtî û hevgirtinê hatiye sazkirin. Tenê bi vê hêzê mimkûn e ku edaleta Îslamî di jiyana civakî de bê hakimkirin. Divê hemû Misliman ji bo îhyakirina vî ruhê biratîyê û yekîtiyê hewl bidin. “Misilman birayê misilmanan e. Zulmê lê nake û wî teslîmî dijminên xwe nake.” (Hedîsa Şerîf. Buxarî, Mezalim 3; Muslim, Birr 58)
6) Ji bo wan kesên ku ciwanan weke siberoja civakê dibînin û hewl didin wan ji bo sibe amade bikin, “Mîsalê herî baş û xweşik Hz. Muhemmed e.”
Ciwanî û xortanîya Îslamî; ciwanîyeke mumtaz e ku ji wezîfe û berpirsyariyên xwe haydar e, bi hêz û qabilîyetên xwe dizane û xwedî exlaq û şexsîyet e. Dayîna qedr û qiymetê ya li ciwanan ji bo pêşerojê veberhênanek bêhempa ye. Bereketa xizmet û qada xebata Îslamî bi derxistina holê û bi îdarekirina qabilîyeta ciwanên hêja mimkun e. Ciwanên Misilman ne argumanek in ku bi nifşên bê wate bên tarîfkirin. Divê qîmeta ciwanên Misliman li gorî her serdema dîroka Îslamê bi tiştên ku kirine û dikarin bikin were nirxandin.
7) Ji bo wan kesên ku xwedîtî li Quds û Mescîda Eqsayê dikin “Mîsalê herî baş û xweşik Hz. Muhemmed e.”
Doza Qudsê dozek bilind e ku zeman û şert û merc nikarin wê kevin bikin û bidin jibîrkirin. Doza Qudsê, sozek e ku xelas nabe, helwesteke bi izzet û serkeftinek e ku tê hêvîkirin “ Ew Xwedêyê ku evdê xwe di şevekê de ji bo hin ayetên xwe şanî wî bide, ji Mizgefta Heramê biriye Mizgefta Eqsayê ya ku me hawirdora wê pîroz kiriye, ji her kêmasîyê pak û berî ye. (Sûreya Îsra: Ayet-1) Mescîda Eqsa ji bo bawermendan dozeke pîroz û deynê wefadariyê ye. Ev deynê wefadariyê heqîqet û neqereatek e ku ew ê di her dewrê de bê dubarekirin.
8) Ji bo wan kesên ku aşitiyê wek selamet, edaletê wek hizûr û îstîqrar dibînin, “Mîsalê herî baş û xweşik Hz. Muhemmed e.”
Edalet; bingeha aştî, aramî, hizûr û îstîqrarê ye. Edalet; nirxa windabûyî ya wan civakan e ku biratiya wan hatiye şikandin, sînorên wan hatine binpêkirin, dewlemendiyên wan hatine talankirin. Hinek dewr hene ku tê de adilbûn bi qasî başbûn û bi exlaqbûnê zor û zehmet e. Ha di dewrên wisa de ew tiştê ku însan xwe lê dispêrin edalet e. Îslam emr dike însan adil bin û bi edaletê hukum bikin. “Xuda ferman dike ku hûn emanetan bidin ehlê wan û dema hûn di navbera mirovan de hukmê bidin, bi edalet hukmê bidin.” (Sûreya Nîsa. Ayet- 58)
9) Ji bo wan kesên ku Qur'anê rê û Sunnetê jî ji xwe re kirine rêber, “Mîsalê herî baş û xweşik Hz. Muhemmed e”
Mekteba Îslamê ya ku ji çavkaniya wehyê hatiye parzûnkirin, digel dehlîza tarî ya kufr û şirkê medenîyet û şaristaniyeke mezin ava kiriye. Muallîmê vê mekteba înşa û îhyakar, Hz. Muhammed (Sallallahu Aleyhî Wesellem) û şagirdên wî jî sehabeyên neqandî ne. Qurʾana Kerîm a ku mufredata mekteba Îslamê ye û berî ku bajaran fetih bike dilan fetih kiriye; esil yanî teorîk e. Sunnet jî ûsil yanî pratîka vê mekteba hêja ye. Riya sereke ya gihîştina tiştê esil/teorîk ew e ku meriv ûsil/pratîkê qebûl bike.
10) Ji bo wan kesên ku Beytullahê wek qible û mizgeftan jî wek secdegah qebûl dikin “Mîsalê herî baş û xweşik Hz. Muhemmed e.”
Malên Xwedê (Celle Celaluhu) qandîlên dinyayê ne û ronahîyên wan geş in. Mescîd ji bo rûhên westayî cihên bêhnvedan û paqijiyê ne. Hemû mescîd şaxên Beytullahê ne. Yek ji riyên îhyaya ferdî û civakî jî vegerandina mizgeftan a li ser fonksîyonên wan a eslî ye. Ji nû ve îhyaya mizgeftan; bi qiyam, bi helqeyên Qurʾanê û bi ziyafetên meclîsên ilm û sohbetan mimkûn e.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.