PKK/PYDyî êrîş birin li ser terefadarên ENKSê: Herî kêm 100 kes birîndar bûn
Hat ragihnadin li Kurdistana Rojava PKK/PYDyî êrîş birin li ser terefadarên ENKSê, di encama êrîşa ku hat kirin de herî kêm 100 kes birîndar bûn.
Derbarê mijarê de ji teref Faysal Yusufê Berdevkê ENKSê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Yusuf di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, hêzên qaşo yên PKK/PYDê li Qamişloyê êrîş birine li ser wan, di êrîşên ku hatin kirin de pîrek û îxtîyar jî di nav de herî kêm 100 kes ji wan birîndar bûne û ew ê ti car li ber van êrîşan teslîm nebin û micadeleya xwe ya sîyasî bidomînin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.