Polêsan avêtin di ser mala Îmran Xan de
Polêsan bi ser mala Serokwezîrê berê Îmran Xan a li Lahorê de girtin û lêgerîn kirin.
Alîgirên Xan ên ku hatin qada ku mal lê bû û hewl dan xebatên lêgerînê yên polîsan asteng bikin. Di navbera polîs û alîgirên Xan de pevçûn derket.
Hikûmeta Pakistanê roja Çarşemê îdia kir ku nêzîkî 40 kes li mala Xan xwe veşartibûn û ji kesên ku xwe veşartibûn jî divê di nav 24 saetan de teslîm bibin.
Serokwezîrê berê Îmran Xan ku di 9'ê Gulanê de li Pakîstanê bi sûcdariya bêrêtîyê hatibû girtin, di 12'ê Gulanê de ji aliyê Dadgeha Bilind a Îslamabadê ve bi kefaleta demkî ya 2 hefteyan hatibû berdan.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.