Mamostê SIPYAGÎ
Qiyama Şêx Se'îd Efendî (12)
Berdewamiya jêpirsîna Şêx Seîd Efendî...
-Tu di kîjan mehê de ji bajarê xwe derketî?
-Ez di meha Berfanbarê derketim.
-Yekî di rewşa we de (pîr) di dema herî xirab a zivistanê de derdikeve derve?
-Em rojê sê saetan zêdetir nediçûn. Cih musa’ît bûn. Êzing û agir pir bû.
-Eger hûn biharê, havînê yan jî payîzê derketa na, ji bo we ne çêtir bû?
-Havînê em bi çandinî û bazirganiyê mijûl dibin. Di zivistanê de kar tune.
-Heta serhildanê çend dem derbas bû?
-Zêdetirî du meh derbas bûn.
-Tu du meh beriya serhildanê dest pê dike, paşê tu serî radikî?
-Belê, di fikra min de hebû. Niyeta me tunebû ku em wê biteqînin. Lê teqiya.
-Çima êrîş li Amedê hat kirin?
-Ji ber ku gelek cebilxane hene, me xwest bi taybetî ji bo girtina cebilxane herin wir.
- Hûn nekarîn bikevin Amedê. Piştî wê we çi çalakî kirin?
-Em hatin Darahênê ya Çapakçûrê. Min dît ku gelê Licê hatin silavê. Niyeta min a çûyîna Licê tune bû. Piştî wê min destûr da kurdan. Min ew şand mala wan. Ez çûm Egilê. Min li wir dagirkirina Maden û Erganiyê bihîst.
-We çima bi Tirkan re têkilî nedianî?
-Min Tirkên li dora Eglê û Erganiyê d’awet kir. Min got em ji bo dînê xwe bişixulin.
-Bi te re serî hildan?
-Yê ku ew girt girtin, yê ku negirtin jî nedigirtin.
-Li Erganî kî hebû?
-Şewket Efendî, Hemît Axa û Hecî Husnî Efendî hebûn.
-Tirk in yan Kurd in?
-Tirk in, ew jî beşdar bûne.
-Te got tu bi Cemîyeta Tealî ya Kurd nizanî. Dema Yusuf Ziya Beb ji Bedlîsê hat we çi nîqaş kir?
-Ez Yusuf Ziya nas dikim. Hatibû hinda min. Di Remezanê de bû. Heyder Efendî yê Bedlîsî got ku Yusuf Ziya Beg ji Mûşê bi Reşît Beg re hatiye ziyaretê. Min bi wî re xwendibû. Çend se’etan man. Çay vexwarin û çûn. Biharê hatibû Xînûsê. Ew hat gundê min. Li wir doz vekir. “Em li ber avabûna Kurdistanê ne. Min got muhal e. Hişê min nikarîbû vê yekê qebûl bike.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.