Mamostê SIPYAGÎ
Qiyama Şêx Se'îd Efendî (16)
Rojek berî girtina Şêx Seîd Efendî û hevalên wî yanî di 14ê Nîsana 1925an de, Li Bedlîsê Xalid Begê Cibrî, Wekîlê berê yê Bedlîsê Yûsûf Zîya Beg, tevî birayê wî û zavê wî (6 kes) li Bedlîsê hatin îdamkirin. Evan kesana berî qiyam despê bike ji teref rejimê hatibûn girtin û xisti bûn zindana Bedlîsê.
Di 16 Nîsana 1925an de ji teref Dadgeha Îstiqlalê ya Rojhilat li Diyarbekirê ji bo Dr. Fuat û Şêx Eyyûb cezayê îdamê hat dayîn. Dr.Fuat di 17 Nîsana 1925an de û Şêx Eyyûb jî di 18 Nîsana 1925an de hatin îdamkirin.
Serokê Cemiyeta Te’alî ya Kurd Seyîd Abdulkadir û 12 hevalên wî (Seyît Abdulkadir serokên berê yên Şûraya Dewletê bû) ji teref rejimê hat îddîa kirin ku piştgirî daye serhildanê, li Stenbolê hatin girtin û ji bo bên darizandin anîn Amedê. Di encama dozê de Seyîd Abdulkadir û 5 hevalên wî bi îdamê hatin mehkûmkirin û 27 Gulana 1925de hatin înfazkirin.
Lê piştî van îdaman jî operasyonên cezakirinê dewam kirin. Li gorî rapora Cemiyeta Miletan, di van operasyonan de 15-20 hezar serhildêr hatin kuştin, 206 gund û 8 hezar û 758 xanî hatin xerakirin. Li gorî hejmarên fermî, di Dadgehên Îstiqlalê yên li herêma serhildanê de, di navbera 12'ê Nîsana 1925'an û 1'ê Adara 1927'an de 5110 kes hatin darizandin, 420 kes hatin darvekirin, 1911 cezayên cuda yên girtîgehê hatin dayîn.
Qanûna sirgûnê ya ku di sala 1927an de hat derxistin, 1400 kes ji Diyarbekir û Bazîdê (Agiriyê) sirgûnî wîlayetên rojava kirin û kesên ji Dobruca, Bulgaristan, Qibris û Qafkasyayê li şûna wan hatin bicîhkirin. Hinek ‘eşîr û kesên têkilya wan bi qiyamê re tunebû jî, hetanî hinek yên terefê dewletê jî bûn û bi dewletê re li eskerê Şêx Seîd xistin, ew jî hatin surgûn kirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.