Rejîma sîyonîst: Di destê HAMASê de 136 êsîr hene
Berdevkê artêşa qaşo yê rejîma îşxalker a sîyonîst Danîel Hagarî, got ku hêj 136 êsîr di destê HAMASê de ne.
Hagarî destnîşan kir ku ji bo xelaskirina êsîran operasyonên leşkerî û îstîxbarî hêj didomin, wî îfade kir ku ji êsîran 3 hebên wan sîvîlên “winda” ne.
Di 24 Mijdarê de ji bo 4 rojan li Xezzeyê agirbest hatibû îlankirin û di vê agirbestê de li hember 81 êsîrên îşxalkeran 240 Fîlîstînî hatibûn berdan. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.