Rejîma sîyonîst di roja yekem a Remezanê de qetlîamên xwe domand
Rejîma îşxalker a sîyonîst li Xezzeyê qetlîamên xwe didomîne, hejmarê şehîdan derket 31 hezar û 112 kesan.
Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker, qetlîam û qirkirina xwe ya li Xezzeyê di hewa, bejahî û behrê de didomîne.
Rejîma îşxalker ku xelkê Xezzeyê terka birçîbûnî û bêavîyê kirîye, ev bû 157 roj e bênavber êrîşên xwe didomîne.
Wezareta Tenduristî ya Fîlîstînê, daxuyand ku heta niha di êrîşa sîyonîstan de pîrek û zarok jî di nav de 31 hezar û 112 kes şehîd bûn.
Hejmarê birîndaran jî hat ragihandin derket 72 hezar û 760 kesan. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.